Kampanya fiyatından satılmak üzere 5 adetten fazla stok sunulmuştur.
Bir ürün, birden fazla satıcı tarafından satılabilir. Birden fazla satıcı tarafından satışa sunulan ürünlerin satıcıları ürün için belirledikleri fiyata, satıcı puanlarına, teslimat statülerine, ürünlerdeki promosyonlara, kargonun bedava olup olmamasına ve ürünlerin hızlı teslimat ile teslim edilip edilememesine, ürünlerin stok ve kategorileri bilgilerine göre sıralanmaktadır.
Romana Hawara Dîcleyê li ser dengan ava bûye.
Hîm û bingeha romanê ji dengên berê yên ku di nava rûpelên tarîxê de veşartî ne hatiye pê.
Qehremanê romanê Biroyê Dengbêj, dibe dengê jibîrbûyiyan.
Peywira sereketirîn a vebêjê vê vegotina dûr û dirêj, vegera li rabirdûyê ye, dengê do û îro digihîne hevûdu û bêyî ku raweste çêlê lê dike.
Herweha ev roman, vegotineke modern a wekî pireke ku di navbera paşeroj û pêşerojê de hatibe avakirin e.
Biroyê Dirêj, wezîfeya bîra civakî bi cih tîne û serbûriyên ku jiyaye bi îro, bi guhdar û herwekî ku tê zanîn bi xwendevanan digihîne.
Umirê Biroyê ku êdî li pey maye, şahidî û çavdêriya komkujiyan, jihevûduveqetînan, welatê xerîban û têkçûyinan dike.
Bi çêlkirina vê vegotinê, heçku Biroyê Dengbêj dîsa bi Mîr, Heme, Gulîzer, Migo, Armê, Mam Sefo û evîndara xwe Esterê re ji nû ve bijî.